Galîsya, Bask û Katalonya ji bo xurtkirina zimanên xwe civiyan

 

Berpirsên siyaseta ziman ên ji herêmên Galîsya, Bask û Katalonyayê bi armanca xurtkirina bikaranîna zimanên xwe li Santiago de Compostella’yê civiyan.

Berpirsê departmanên siyaseta ziman a Galîsyayê Valentin Garcia, ê Baskê Patxi Baztarrika û yê Katalonyayê Ester Franquesa ku her sê jî girêdayî hikumetên xweser ên Galîsya, Bask û Katalonyayê ne, li paytexta Galîsyayê Santiago de Compostellayê civiyan. Civîna îsal di çarçoveya protokola hevkariyê ya di warê ziman a di navbera hikumetên Xunta (Galîsya), Eusko Jaurlaritza (Bask) û Generalitat (Katalonya) ku di 2007’an de hatibû îmzekirin, hat li dar xistin.

Di civînê de li ser bikaranina her sê zimanan  a di nava civaka wan de hat sekinandin û tetbîqkirina Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û yên Hindikayiyan a di pêvajoya 2010-2013’an de hat vekolîn.

Hikumetên Galîsya, Bask û Katalonyayê di heman demê de beşdarê Tora Ewropî ya Teşwîqkirina Cihêrengiya Ziman (NPLD) jî dibin. Armanca sereke ya vê rêxistinê bilindkirina hişmendiya ziman a di asta Ewropayê de û pêkanîna danûstendina di warê pratîkên herî baş ên ziman a di navbera lêkolîner, pispor û kesên siyaseta ziman amade dikin de ye.

Protokola ziman a 2007’an

Bi protokola ziman, hikumetên her sê herêmên xweser li hev kirin ku bikaranîna zimanên xwe di rêvebiriya dewletê û Yekitiya Ewropayê de xurtir bikin û di heman demê de her sê rêvebirî tevlî hikumeta herêma Balearê biryarê dan ku ji bo pêkanîna vê armancê tedbîrên hiqûqî, siyasî û aboriyê bigirin.

Herwiha, di protokolê de tê destnîşankirin ku ji bo bikaranîna zimanên katalanî, baskî û galî (portekîzî) di Senatoya dewleta spanyol, rêvebiriya edaletê û di şîrketên mezin ên xizmetên civakî yên wekî postexane û RENFE’yê de (şîrketa riyên hesinî ya neteweyî ya spanyol) wê hevkarî bê kirin.

Çavkanî: Xunta.es, Deia.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …