Li Fransayê reforma terîtoryal ji nû ve ket rojevê

 

 

Serokê Fransayê François Holland diyar kir ku ew dixwaze ji nû ve li ser projeya kêmkirina hejmara herêmên Fransayê bisekine. Hikumeta Holland dixwaze hejmara herêman kêm bibe û hin “hêzên qanûnçêkirinê” yên nû bide herêman.

Holland nêrînên xwe yên di derbarê vê mijarê de di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya di 14’yê Çileyê de anî ziman û got ku ew ê di sala 2014’an de di çarçoveya “modernkirina xebata dewletê ya terîtoryal de” reforma nû ya rêxistina terîtoryal bînin rojevê. Lê fikra kêmkirina hejmara herêman di 2008’an de di dema îktîdara Nicolas Sakorzy’de derketibû holê. Sarkozy bi armanca pêşniyazkirina reforma terîtoryal, Edouard Balladur wezîfedar kiribû. Balladur di rapora xwe ya 2009’an de pêşniyaz kiribû ku hejmara herêmên heyî yên li Fransayê ji 27’an dakeve 15’an.

Di daxuyaniya Holland’de li ser guherîna sînorên herêman agahî nehat dayîn lê Balladur di rapora xwe ya berê de nexşeyeke ji bo sînorên herêman pêşniyaz kiribû. Li gorî nexşeya wî, herêma Picardy ji holê dihat rakirin, Auvergne tevlî Limousin an Rhone-Alpê dibû, Alsas û Lorraine û Burgundy û Franche-Comte dibûn du herêmy.  Li gorî vê nexşeyê, Bretonya ku di dîrokê de herêmeke xweser bû û zimanê bretonî lê dihat axaftin, bi herêma Pays de Loire re dibû yek.

fransa hereme

Di dema eşkerekirina vê raporê de li gelek herêman nîqaş hatibûn destpêkirin û hin herêm jî li hember vê pêşniyazê reaksiyon nîşan dabûn. Yekitiya Demokratîk bi tundî li hember yekirina Bretonya û Pays de Loire derdikeve û di dewsa wê de dixwaze Bretonya û Loire Atlantique bi hev re herêmekê ava bikin. Li gorî serokê herêma Alsasê Philippe Richert vê projeyê ne realîst e lê serokê Lorraineê  Jean-Pierre Masseret diyar dike ku yekbûna her du herêman gaveke erênî ye. Li aliyekî din, li herêma Auvergneê jî nîqaşa gelo herêm tevlî Limousin (coxrafya û zimanê wan yek e) an Rhone-Alpesê (ku bajarê duyemîn ê mezin ê Fransayê Lyon di nava sînorê wê de ye) bibe, dest pê kir.

Li Fransayê bi tevahî 27 herêm, 100 departement (wîlayet), 36,000 şaredarî û 18,000 komên şarediyan hene.

Ji bo herêman hêzên nû

Di çarçoveya reforma terîtoryal a ku Holland qal kir de di navbera hemû rêvebiriyên lokal û herêmî de “sînorên zelal ên berpirsiyan” wê bên diyarkirin û bi vî awayî dûbarekirina fonksiyonan ji aliyê rêvebiriyên cuda bê astengkirin. Herwiha, Holland dixwaze hin hêzên nû ku di nava wan de “hêza qanûnçêkirinê” ya  ji bo adaptekirina qanûnên Fransayê a di rewşên lokal de jî heye, têkeve destên herêman. Lê ev nayê vê wateyê ku wê hêzên xurt ên qanûnçêkirinê têkeve destê meclîsên herêmî.

Çavkanî: Nationalia.info / Lemonde.fr

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …