Li PE’yê greva ji bo zimanê îrlandî

 

Wekîlek Îrlandayê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) bi armanca balkişandina cûdaxwaziya li dijî zimanê îrlandî ya di saziyên Yekitiya Ewropayê (YE) de û betalkirina xizmetên bi zimanê îrlandî ya ji aliyê hikumeta Dublînê ve, dest bi “greva ziman” kir.

Wekîla bi navê Liadh Ni Riada ji destpêka meha Adarê ve li PE’yê bi tenê bi zimanê îrlandî diaxive û difikire ku çalakiya xwe heta 17’yê Adarê bidomîne.

Ni Riada ji El Cezîreyê wiha axivî: “Di dema ku ez di dergûşê de bûm, îrlandî zimanê min ê dayikê bû. Wekî axêvereke îrlandî, ez nikarim karê xwe bi zimanê xwe bikim û ev jî min xemgîn dike. Dema ez bi zimanê xwe yê dayikê diaxivim xwe ji axaftina bi îngilîzî baştir hîs dikim.”

Daneyên serjimara 2011’an nîşan didin ku îrlandî ji aliyê 1.77 milyon welatiyê Komara Îrlandayê ve tê zanîn ku ev jî beranberê ji % 41’ê nifûsê ye lê bi tenê ji aliyê 77,000 kesî ve di jiyana rojane de tê axaftin.

YE, di 2007’an de statuya zimanê xebatê ya ji bo îrlandî nas kir lê di heman demê de diyar kir ku saziyên Yekitiyê ne mecbûrin ku bi îrlandî hemû xizmetên wergerê pêk bînin. Niha xizmetên wergerê bi 23 zimanên fermî yên Yekitiyê tên peydakirin.

 

Çavkanî: Aljazeera.com

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …