Xweseriya Skotlandê bi berhevkirina bacê tê xurtkirin

 

 

Delegeyên ji pênc partiyên Parlamentoya Skotlandê ji bo xurtkirina xweseriya Skotlandê, li ser transferkirina hin hêzên di qada aboriyê de li hev kirin. Hêzên nû yên ku wê têkeve destên Skotlandê divê di 2015’an de di Parlamentoya Britanyayê de bê qebûlkirin.

Parlamentoya Skotlandê wê bi hêzên nû yên di warê baca hatinê û hêzên ji bo xurtkirina dewleta refahê xurtir bibe. Partiyên di Komîsyona Smith de ligel hin xalên din, li ser van her du xalan jî li hev kirin.

Komîsyona Smith li ser pêşniyaza serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron, piştî referanduma 18’yê Îlonê ya Skotlandê hat damezrandin. Ji her partiyên di Parlamentoya Skotlandê de du wekîl –SNP, Partiya Muhazakar, Partiya Kedê, Partiya Lîberal Demokrat û Partiya Kesk- heta pêkhatina vê lihevkirinê du meh di komîsyonê de xebitîn.

Lihevkirin kontrola li ser berhevkirina baca hatinê di navbera hikumetên Brîtanya û Skotlandê de belav dike. Ajansa bacê ya brîtanî HMRC wê li Skotlandê berhevkirina bacê bidomîne lê wê paşê hikumeta brîtanî baca hatiye berhevkirin transferê Skotlandê bike.

smith_comm2

Di heman demê de tespîtkirina bacê ji bo rêwiyên balafirgehên Skotlandê bi kar tînin wê têkeve destên hikumeta Skotlandê lê wê dayina meaşên kesên malnişîn di destê Brîtanyayê de bimîne.

Aliyekî nû yê vê lihevkirinê ev e ku parlamento û hikumeta Skotlandê dibin “saziyên mayinde” û hêza lidarxistina hilbijartinên herêmî yên lokal ên li Skotlandê dikeve destên parlamentoya herêmî.

Polîtîkaya derve wê di destên dewletê de bimîne lê peymana li ser hatiye lihevkirin diyar dike ku dema mijara hêzên Skotlandê li Yekitiya Ewrûpayê bê vekirin divê hikumeta brîtanî wezîrên ji hikumeta skotî jî beşdarê van civînan bike.

Li gorî vê lihevkirinê, wê lîsansa derxistina petrol û gaza deryayî ya Skotlandê di destên dewletê de bimîne lê wê di warê derxistina petrol û gaza li peravên herêmê têkeve destên hikumeta herêmî.

Çavkanî: Nationalia.info

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …