Brîtanya hebûna kêmara Cornwallê nas kir

 

 

Hikumeta brîtanî diyar kir ku wê gelê kornî ku li başûrêrojavayê Brîtanyayê dijî, bi awayekî fermî wekî kêmareke neteweyî nas bike. Statuya ‘kêmara neteweyî’ heta niha ji aliyê gelên gal, skot û îrlandî yên li Brîtanyayê dihat bikaranîn.

Naskirina Cornwallê (Kernow) di çarçoveya Konvansiyona Çarçove ya ji bo Parastina Kêmarên Neteweyî ya Konseya Ewropayê de pêk tê. Welatên ku vê peymanê îmze dikin soza “destekirina mercên pêwîst” ên ji bo “endamên kêmarên neteweyî” didin da ku ew bikaribin “çanda xwe bidomînin û pêş bixin û hêmanên sereke yên nasnameya xwe yên wekî ol, ziman, kevneşopî û mîrateya çandî biparêzin.”

Sekreterê Bilind ê Xizneya Brîtanî Danny Alexander di serdana xwe ya di 23’yê Nîsanê ya li herêma Cornwallê de da xuyakirin ku “Gelê Cornwallê xwedî dîrokeke serbilind û nasnameyeke xwerû ye” û wiha dom kir: “Ez kêfxweş im ku me karibû vê yekê bi awayekî fermî nasbikirana û heman statuyê ya wekî ya kêmarên din ên li Brîtanyayê ji bo gelê Cornwallê nasbikirana.”

Serokê rêxistina siyasî ya herêmê Mebyon Kernow (MK) Dick Cole vê biryarê wekî “fantastîk” bi nav kir û wiha axivî: “Gelek mirov bi salan ji bo naskirina Cornwallê ya wekî gelên din ên kelt ên li Brîtanyayê, xebitîn. Detayên di derbarê ku naveroka vê biryarê tê çi wateyê hîn derneketine holê lê divê em şaşiyek nekin ku îro rojeke serbilind a ji bo Cornwallê ye.”

Serokê Konseya Cornwallê John Pollard got ku vê biryarê di nava xwe de “feydeyên girîng ên ji bo Cornwallê dihewîne” û wiha dom kir: “Statuya kêmara neteweyî di destpêkê de fînansekirineke pêvek an hêzên zêdetir nade destê konseyê an Cornwallê.”

cornwall

Hêzên Konseya Cornwallê kêm in

Konseya Cornwallê ya heyî dikare di warê mijarên lokal de biryaran bide lê nekare qanûnan qebûl bike. Rêxistina herêmparêz a Cornwallê MK di çend salên dawî de xebateke ji bo xweseriya Cornwallê ya di nava Brîtanyayê de dimeşîne û armanca sereke ya rêxistinê damezrandina konseyeke xwedî hêza qanûnçêkirinê ye. Bi ve armancê, MK di sala 2011’an de 50 hezar daxwaznameyên ku berhevkiribû radestê Hikumeta Brîtanî kiribû.

Cornwall herêmeke biçûk e ku li başûrêrojavayê Brîtanyayê cî digire. Li herêmê 536,000 kes dijîn û berfirehbûna wê ji 3,500 km2 zêdetir e. Daneyên serjimara 2011’an nîşan didin ku ji % 70’yê nifûsa herêmê nasnameya xwe brîtanî, ji % 14’yê wê Kernow û ji 24’ê wê brîtanî nîşan didin. Di serjimarên li Brîtanyayê de destûr tê dayîn ku mirov ji yekan zêdetir nasnameyên neteweyî hilbijêr in.

Çavkanî: Bbc.co.uk / Nationalia.info

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …