Riya xweseriya Bangsamoroyê kurt bû

 

 

Hikumeta Fîlîpînê û Eniya Rizgariya Îslamî ya Moro (MILF) li ser parvekirina besatiyan (hêzan) di navbera hikumeta navendî û herêma xweser a nû de, peymanekê îmzekirin. Bi vê gava krîtîk, riya diçe peymana dawî ya ku wê dawî li vê problemê bîne, kurt bû.

Di çarçoveya peymana ku di 8’ê Kanûnê de li paytexta Malezya Kuala Lumpurê hat îmzekirin de, wê 9 besatî di destê Fîlîpînê de, 58 besatî di destê herêma xweser de bimîne û 14 besatî jî ji aliyê herdu aliyan ve bi awayekî hevpar bên bikaranîn. Dema her du alî di hemû mijaran de li hev bikin, wê herêma heyî ya xweser a li Mîndanaoyê ji holê bê rakirin û di dewsa wê de herêma xweser a nû bê damezrandin.

Piştî peymanê, li ser navê hikumeta Fîlîpînê û MILF’ê daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevdîtinên 42’emîn yên di navbera her du aliyan de, bi peymana Pêvek a Parvekirina Besatiyan bidawî bûye û wê vê pêvekê di riya “nivîsandina Hiqûqa Bingehîn a Bangsamoroyê ya ji aliyê Komîsyona Demî ya Bangsamoroyê ve rêberiyê bike.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku “bi armanca peymana aştiyê ya berfireh a di navbera Hikumeta Fîlîpînê û MILF’ê ya di Çileya 2014’an de, wê Pêveka Normalbûnê jî bê îmzekirin û mijara bikaranîna ava li dora herêma Bangsamoroyê bê çareserkirin.”

bangsamoro_mindanao

Serokê Fîlîpînê Benigno Aquino III piştî peymanê da xuyakirin ku dibe ku hevdîtinên li pêş ku wê dawî li vê problemê bîne dijwartir bin, ji ber ku wê di hevdîtinan de çekberdana 12,000 şervanên MILF’ê û engtegrasyona wan a bi civakê re bê nîqaşkirin. Lê Aquino hêviya xwe ya ji bo dombûna pêvajoyê jî anî ziman û got ku “ew xweşbîne ku wê vê peymanê pêvajoyê pêş de bibe.” Medyaya Fîlîpînê jî bi awayekî erênî nêzîkî peymanê bû û diyar kir ku peyman di riya çareserkirina pevçûna çekdarî ya di navbera Fîlîpînê û MILF’ê de gaveke pir girîng e.

Pêvajoya hevdîtînan

Di vê pêvajoyê de heta niha peymana ku mijarên ji bo derbasbûna herêmî xweser pêwîst in tê de cî digirt, di destpêka vê salê de hat îmzekirin. Peymana parvekirina dahata çavkaniyên xwezayî jî çend meh piştî peymana ewilî hat îmzekirin. Piştî îmzekirina peymana çekberdanê û çareserkirina mijara ava Bangsamoroyê wê normalbûn dest pê bike û bi vî awayî peymana ku dawî li pevçûnê tîne bê îmzekirin.

Bi armanca lihevanîna her du aliyan, Koma Têkiliyê ya Navneteweyî ku ji Japonya, Tirkiye, Brîtanya, Erebîstana Siûdî, Navenda Diyaloga Însanî, Çavkaniyên Lihevhatinê, Muhammediyah û Komeleya Sant Egidio pêk dihat rolekê dilîze û di navbera her du  aliyan de navbeynkariyê dike.

Şerê li Mîndanaoyê

Eniya Rizgariya Îslamî ya Moro bi armana rizgariya herêma misilman a li başûrê girava Mîndanaoyê, di salê 1970’yan de şerê çekdarî da destpêkirin. Di şer de heta niha ji her du aliyan 150,000 kes mirin û herêmên şer bû ciyên bê îstikrarî û xizaniya domdar. Di şer de qasî 100,000 kes jî ji wargehên xwe koç kirin. Ji bilî MILF’ê, li herêmê hin komên din ên çekdar jî hene ku daxwaza serxwebûna Bangsamoroyê dikin û li hember hevdîtinên ji bo xweseriyê derdikevin.

Çavkanî: Interaksiyon.com / Gov.ph

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …